PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîl Binyamîn Netanyahu ragihand ku: "Artêşa Îsraîlê dijî sîstemên eskerî yên Îranê yên li Sûriyeyê herdem bi hêz e û ji bo dayîna bersivê amade ye."
Li gor nûçeya rojnameya Yedîot Ahranota ya Îsraîlê Netanyahu beşdarî merasima vekirina reaktora nukleerê ya Dîmonayê bû. Netanyahu li vê derê der barê peymana eskerî ya ku di navbera Şam û Tehranê hatibû îmzekirin hin nirxandin kirin.
Netenyahu got ku tu peyman û hevkariyên di navbera Îran û Sûriyeyê nikarin me ji rêya me dûr bıxin û wiha pê da çû: "Artêşa Îsraîlê dijî sîstemên eskerî yên Îranê yên li Sûriyeyê herdem bi hêz e û ji bo dayîna bersivê amade ye."
Wezîrê Parastinê yê Îranê Emir Xatemî hefteya borî çûbû Şamê û di navbera herdu welatan de peymaneke eskerî û hevkariyê hatibû îmzekirin.
Li gor nûçeya Tasnîma ajansa nîvfermî ya Îranê Xatemî destnîşan kiribû ku bi vê peymanê hebûna Îranê ya li Sûriyeyê wê bidome.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin