Çapemeniya Îsaîlê: Netanyahu daxwaza êrişa li ser Îranê kir

Çapemeniya Îsaîlê: Netanyahu daxwaza êrişa li ser Îranê kir

PeyamaKurd - Li gorî nûçeyên çapemeniya Îsraîlê, Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu di pêwendiya xwe ya telefonî ya bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re xwestiye ku piştî hilbijartinên nîvdemî yên 3ê Mijdarê li DYAê, êrişên li ser Îranê tavilê ji nû ve bên destpêkirin.

Li gorî zanyariyên kanala Kanal 12 ya Îsraîlê, Netanyahu fikarên xwe anîne ziman ku hewldanên navbeykaran yên li Doha dikarin zexta li ser Îranê kêm bikin.

Lê belê hate îdiakirin ku Trump xwestiye fersendek ji bo muzakereyên re bê dayîn û ji Îsraîlê xwestiye ku destwerdana wan destpêşxeriyên dîplomatîk neke.

Di demekê de ku hevdîtinên di navbera şandên Îran û Katarê de li Doha di roja sêyem de berdewam dikin, tê gotin ku navbeykarên Qatarî bi Cîgirê Serokê Amerîkayê James David Vance, Nûnerê Taybet ê Rojhilata Navîn Steve Witkoff û zava yê Trump Jared Kushner re jî rasterast di nava têkiliyê de ne.

Heya niha ji aliyê Qesra Spî û Ofîsa Serokwezîrtiya Îsraîlê ve derbarê van iddiayan de daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.