PeyamaKurd- Li Amedê li navçeya Qulpê li gundê Koçkarê cerdevanan nehiştin ku muşahidên HDPê herin ser sandoqê.
Li gundê Koçkarê ku bi qasî 30 km.yî dûrî Qulpê ye, vê sibehê muşahidên HDPê xwestin ku her ser sandoqên xwe. Lê belê di devê gund de cerdevanan rê girtin û wezîfedarên HDPê tehdîd kirin. Ji ber ku cerdevanan nehiştin muşahidên HDPê têkevine nava gund de, ew jî li devê gund sekinîn û xeber dane erkdarên hilbijartinê.
Piştî vê bûyerê erkdar bi cerdevanan re axivîn û taliyê gotin ku êdî muşahidên HDPê serbest in ku herin nava gund. Lê belê piştre dîsa cerdevanan nehiştin ku muşahidên HDPê herin ser sandoqê. Tevî vê jî li nava gund hilbijêr rayên xwe bi kar tînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin