Êrîşên rejîmê bo ser Xûta Rojhilat dewam dike û di 12 rojên dawiyê de jimara kuştiyan derket ser 600 kesî. Hinek dever ketine destê rejîmê.
Carna tîmên tenduristiyê jî dikevin ber bombebarana rejîmê. Rûsya her roj bo 5 sietan agirbesê bicîh tîne lê ev jî têr nake. Di tehliya sîvîlan de kêmasî çêdibe. Alîkarî nagihên herêmê an bi kêmasî digihên herêmê.
Ne tenha ji hewayê lê di bejayiyê de jî rejîm êrîş dibe ser Xûtayê. Hêzên bi ser rejîmê, navçeya El Şeyfûniya xistin destê xwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin