PeyamaKurd – Endamê polîtburoya PDK ê Hoşyar Zêbarî di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku êrîşa li Zaxoyê ya gundê Perexê ya duhî ya ji bo ser geştiyaran, ji aliyê artêşa Tirkiyê de û bi topên 155 mm hatiye kirin. Zêbarî her weha got ku ji bo lêkolîna vê bûyerê divê komîteyekî hevbeş ji Herêma Kurdistanê, Iraqê û Tirkiyê bê vakirin. Hoşyar Zêbarî weha got:
"Tiştê ku rayedarên Tirkiyê ji armanckirina seyrangehekî geştiyariyê li Zaxo fêm nakin ew e ku hemû şehîdên bêguneh, erebên Iraqî ne ku ji başûrê Iraqê ji bo armanca gerê hatine aliyê din ê welatê xwe."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin