Li Kela Hewlêrê konser tê dayîn

Li Kela Hewlêrê konser tê dayîn

PeyamaKurd- Tora Medya ya Rûdawê barê mesrefa konsera bi navê ‘Konsera Bajarên Nergiz” da ser milên xwe û li Kela Hewlêrê dest bi dayîna konserê hatkirin. Kesên an grûbên ku beşdarê konserê dibin ji welatên cuda ne. Bo kalîteya konserê baştir bibe organîzasyoneka baş bi alavên baş hatiye kirin.

Konser ji aliyê Grûba Medyayê ya Rûdawê û Pis Bilders ve hat kirin. Kesên ku tevlî konserê dibin, muzîsyenê navdar yê qasidê UNESCO yê Nasir Şemma, muzîsyenê Kurd Hejar Zehawî, hunermenda Sûriyeyî Lina Tîby, Ji Amerîkayê  Karen Briggs, hunermendên Îspanyolî Luis Robisco, Manuel Sierra û Guatama Campopenalver, ji Tirkiyê Aytaç Doğan, ji Pakistanê Eşref Şerîf Xan, ji Fransayê Robin Vassey û ji Îranê Elî Qamsarî tevlî konserê dibin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin