Îsraîl: Hindik maye ku Fîlîstîn biteqe

Îsraîl: Hindik maye ku Fîlîstîn biteqe

Serokerkanê Îsraîlê Gadi Eisenkot ragihand ku Fîlîstîn hatiye asteka wisa ku hindik maye biteqe.

Li gor ragihandina radyo ya Îsraîlê di merasimeka ku li bakûrê welat de hatiye kirin, serokerkanê Îsraîlê Gadi Eisenkot tê de axifî û go Fîlîstîn hatiye asta ku biteqe û bi vê sedemê ferman daye ku artêş her dem amade be.

Eisenkot, di dewama axaftina xwe de got ku Îran xwe bi axa Sûriyê û Lubnanê girtiye û çekdarkirina Hîzbûllahê destek dike. Eisenkot xwest ku li hemberê tehdîdan xebatên zexm bikin, bo parastina welat û qezenckirina şer li dijî dijmin, divê serdestiya xwe nîşan bidin.

Di çapemeniya Îsraîlê de hat beyankirin ku di van demên dawiyê de, li Xazzeyê halê mirovî zahf xerabe û dibe ku ev bibe sedema gengeşeyeka leşkerî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin