PeyamaKurd – Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Sûriyê James Jeffrey derbarê avakirina herêma ewle de ragihand, “Dê herêm li rojhilatê Firatê li seranserê sînorê Tirkiye-Sûriyê bê avakirin. Em hîn li ser kûrahiya qada wê herêmê hevnêrîn nebûne.”
Jeffrey li ser pirsa li ser daxuyaniya Abdullah Ocalan a daxwaze danûstana HSDê bi rêveberiya Şamê re jî got, “Divê ev pirs ji yên ku helwesta Tirkiyê û Ocalan ji min çêtir dizanin bê pirsîn. Dikarim vê bêjim ku bi Ocalan re û kesên nêzîkî wî re kordînasyonek nîne.”
Jeffrey di daxuyaniyên xwe yên rojnameya Şerqûl Ewsedê de diyar kir ku her çiqa hêj bi Tirkiyê re li ser herêma bê avakirin hevnêrîn nebûne jî gelek pêşketin di danûstandinên ligel Tirkiyê de çêbûne û wiha axivî:
“Em hê jî li ser çawaniya ewlekariya herêma ewle û hebûna hêzên Tirkiye û Amerîkayê diaxivin. Em li ser van gotûbêjan dikin. Me gelekî pêşveçûn bi dest xist. Em dixwazin li demeke herî nêzîk bigihin rêkeftinekê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin