Trump û Pûtîn 2 siet bihev re rûnistin

Trump û Pûtîn 2 siet bihev re rûnistin

PeyamaKurd- Hevdîtina dîrokî ya serokê Amerîkayê Trump û serokê Rûsyayê Putin ji 2 sietan zêdetir dewam kir. Piştî civînê Trump got: Hevdîtina rû bir û bo destpêkekê baş e.”

Di hevdîtina her dû serokan de ya li Fînlandiyayê, tenê wergerên wan hebûn. Herkes bende ye ku her dû serok derên pêşberê çapemeniyê û agahiyan bidin raya giştî.

Trump di her axaftina xwe ya bo Rûsyayê re digot ku divê her dû dewlet bi hevre baş wext derbas bikin. Berya civînê Putin jî got ku ew dixwaze dinya bizanibe ku her dû dewlet bi hevre baş îdare dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin