PeyamaKurd –Hejmarek ji senatorên Amerîkayê Fermandeyê Giştî yê HSDê Mezlûm Kobanî vexwendin Amerîkayê û daxwaz kirin hikûmeta Amerîka vîze bide wî.
Komek senatorên Demokrat û Komarî yên Amerîkî bi fermî bang li fermandeyê giştî yê HSDê Mezlûm Kobanî kirin serdana Amerîka bike.
Li gorî agahiyan, wan senatoran nameyek ji Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo re şandine û daxwaz kirine vîze bidin Mezlûm Kobanî da ku bikaribe serdana Amerîka bike.
Wan senatoran di nameyê de gotine, ew ji rewşa Rojavayê Kurdistanê gelekî nîgeran in ji ber wê jî ew dixwazin rewşa wê herêmê ji devê Mezlûm Kobanî bibihîzin. Wan senatoran daxwaz kirine serokê Amerîka Donald Trump jî bi Mezlûm Kobanî re hevdîtinekê pêk bîne..
Ew senatorên ku Mezlûm Kobanî vexwendine Amerîkayê ev in: Lindsey Graham, Marsha Blackburn, Chris Van Hollen, Jeanne Shahenn, Richard Blumenthal.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin