Pasdarên Îranê kolberek din kustin

Pasdarên Îranê kolberek din kustin

PeyamaKurd - Pasdarên Îranê li gundê Kanî Xumare yê navçeya Sîdekana Hewlêrê kolberê bi navê Meysem Kerî Elî yê 27 salî qetil kirin.

Êrîşên rejîma Îranê li dijî kolberan didomin. Îro artêşa Îranê li gundê Kanî Xumare yê nêzî sînorê Kelaşîn yê navçeya Sîdekan a bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê kolberê bi navê Meysem Kerîm Elî qetil kir.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin pasdaran destûr nedane ku cenazeyê Elî bişînin Rojhilatê Kurdistanê. Cenazeyê Elî rakirin nexweşxaneya Soran.
Şevê din jî hêzên rejîma Îranê êrîşî kolberan kiribûn û di êrîşê de Elî Hesenzade (45) ku li bajarê Balagir yê Pîranşar dijî, bi giranî birîndar bûbû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin