PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê, ji bo pêşîgirtina belavbûna vîrusa koronayê li nav girtîgehan kar li ser azadkirina hejmarek kesên girtî û derxistina lêborîneke giştî ya bi merc tê kirin.
Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Rêber Ehmed ragihand ku di plana wan de heye ku hejmarek girtiyan berdin û diyar kir, Encûmena Dadwerî ya Herêma Kurdistanê komîteyek ji bo nirxandina rewşa girtiyan pêk aniye.
Hat ragihandin ku komîte ji Wezaretên Navxwe, Kar û Karûbarên Civakî, Dozgerê Giştî û Asayişa Herêma Kurdisatnê pêk tê û ew komîte wê ji bo dîtina mekanîzmekê bo azadkirina beşek ji girtiyan xebatan bike.
Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandiye ku dê berdana zindaniyan yan bi derxistina lêborîneke giştî yan jî bi azadkirina bi merc be.
Rêber Ehmed da zanîn ku berdana girtiyan, tawanbarên terorê, kuştin, madeyên hişber û sîxuriyê li xwe nagire.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin