PeyamaKurd - Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) ragihand ku di encama êrîşeke hêzên wan de, li gundên Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê 3 çekdar hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.
Hate ragihandin ku HSDê 17 Tîrmehê li gundê Xirbet Şiaîr yê Dirbêsiyê li navçeya Zirganê çalakiyek pêk anîye.
HSDê da xuyakirin ku di encama vê çalakiyê de 3 çekdar hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.
HSDê daye zanîn ku wê di çarçoveya parastina rewa de çalakiyên bi vî rengî li hember komên çekdar ên bi ser Tirkiyê ve berdewam bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin