PeyamaKurd – Piştî biryara Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, hat ragihandin ku îro Sêşemê 35 malbatên ji Sûriyê yên li Kampa Holê têne derxistin û dişînin gundewarên Reqayê.
Hat zanîn ku di beşa yekem a derxistina xelkê Sûriyê ji Kampa Holê 35 malbatên sûrî cî digirin ku 117 kesan pêk tên.
Berpirsên kampanê dane xuyakirin ku kesên ji kampê derkevin daxwaznameyên derketina ji kampanê pêşkêşî nivîsgehên bo biryara 146an a Rêveberiya Xweser hatine vekirin kirin.
Rêveberiya Xweser 10ê Cotmehê li ser derxistina malbatên sûrî yên koçber ku dixwazin ji kampa Holê derkevin, biryarek derixistibû.
Malbatên sûrî yên li kampê 2 beş in; beşek dixwaze ji kampê derkeve, beşa mezin jî ji ber sedemên jiyanî û ewlehiyê naxwaze ji kampê derkeve.
Li gorî amarên dawî yên Rêveberiya Kampa Holê, li kampê 17 hezar û 693 malbat dimînin ku hejmara wan 64 hezar û 373 kes in. Herwiha ji wan 6 hezar û 706 malbatên sûrî ne û ji 24 hezar û 223 kesan pêk tên.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin