"Em destûrê nadin Pêsmerge vegere Kerkûkê"

"Em destûrê nadin Pêsmerge vegere Kerkûkê"

PeyamaKurd - Fermandeyê pilana sepandina yasa li parêzgeha Kerkûkê ragehand ku, bi ti awayekê rê nadin hêzên Pêşmerge vegere Kerkûkê.

Fermandarê pilana sepandina yasa ya bi ser hêzên dijterora Iraqê li parêzgeha Kerkûkê Mein Seedî, di kongreyeke rojnamevanî de ew nûçeyên behsa wê yekê dikin ku, hêzên pêşmergên Kurdistanê vedigerin Kerkûkê nerastin û tu bingeha wan nîne. Herwiha ragihand ku bi tu awayî Pêşmerge venagere bajarê Kerkûkê.

Seedî di berdewamiya axaftina xwe de ragihand ku hêzên asayîşa Kerkûkê amadekariyên xwe bo parastina parêzgehê li roja helbijartinan bi dawî kirine û di amadebaşiyê de ne.

Mein Seedî got jî ku, hêzên hevpeymaniya navnetewî û yên Iraqê dê bingehên dengdanê roja helbjartinan biparêzin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin