PeyamaKurd- Roja duşemê di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de qeyraneke siyasî çêbû. Ji ber vê yekê dolarî li hember pereyên Tirkiyê (TL) bi reqorê dest bi hefteyê kir. Lê belê piştî ku hate eşkerekirin ku şandeyeke Tirkiyê ji bo levhatinê wê here Amerîkayê, dolar hinekî daket.
Duh nîvê şevê piştî ku bazara Amerîkayê vebû, dolar dîsa bilindbûna xwe dewam kir û heta 5.4222yan derket. Lê belê vê sibheê nûçeyek hate weşandin ku digot di nava du rojan de şandeyeke Tirkiyê wê biçe Amerîkayê. Li ser vê yekê dolar dakete heta asta 5.2586an.
Lê paşî dîsa dolar hinekî li xwe vegeriya û derkete asta 5.2880an.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin