Fermandarê Iraqî cihê xwevesartina DAISiyan eskere kir

Fermandarê Iraqî cihê xwevesartina DAISiyan eskere kir

PeyamaKurd - Fermandariya Dijeterora Iraqê cihê mayîn û kiryarên terorîstî yên rêxistina terorîst a DAIŞê eşkere kir.

Fermandarê dijeterora Iraqê Ebdulwehab Saidî ji televizyoneke Iraqê re ragihandiye ku çekdarên DAIŞê xwe di dol û zincîre çiyayên derdora Bexda, Diyale û Kerkûkê veşartine.

Ebdulwehab Saidî gotiye, hêzên wan niha li du cihan kiryarên leşkerî li dijî DAIŞê encam didin ku yek ji wan navçeyên navbera hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Iraqê de ye û ya din jî derdora Xaneqînê ye ku ji ber nebûna bombebarana asmanî li wê navçeyê, DAIŞê dest bi kriyarên terorîstî kiriye li wê deverê. 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin