Daxuyaniya nû ya Amerîkayê li ser Rojava

Daxuyaniya nû ya Amerîkayê li ser Rojava

PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo got ew hêvî dike di hevdîtina  Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu de pirsgirêkên derbarê Rojavayê Kurdistanê de bêne çareserkirin.

Pompeo beşdarî civîna Komîsyona Peywendiyên Derve ya Senatoyê ya ji bo budceya sala 2019an bû û li wir bersiva pirsên endamên komîsyonê da.

Li ser pirsên Senatora Eyaleta New Hampshire Jeanne Shaheen Mike Pompeo da zanîn ku ew dê di demeke nêzîk de bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re hevdîtinekê bike.

Mike Pompeo diyar kir ku di hevdîtina ligel Mevlut Çavuşoglu re yek ji mijarên sereke Rojavayê Kurdistanê ye û li gorî hevdîtinên wezîrê berî wî yê Amerîkayê Rex Tillerson ên bi Tirkiyê re kirine nexşerêyeke nû dirist kirine.

Pompeo tekez kir ew dixwaze ku pirsgirêkên ji ber Rojavayê Kurdistanê di navbera welatî û Tirkiyê de derketine bêne çareserkirin û got: “Hêvî dikim ku di dawiyê de wek du welatên endamên NATOyê bi awayekî ji hevdu re bibin talûkê tevnegerin.”

Derbarê mijara parastina pergela hewayî S-400 ya Tirkiye ji Rûsyê bikirre de jî Wezîre Derve yê Amerîkayê wiha axifî: “Helwesta Tirkiyê ya derbarê mijara S-400an de dibe sedema ku pirsgirêk di navbera Tirkiye û endamên NATOyê de derbikeve. Me alternatîf pêşkêşî wan kiriye. Em hêvî dikin ku helwesta Tirkiyê li gor hedefên NATOyê be.”

Pompeo herwiha destnîşan kir ku pêvajoya firotina firokeyên şerî yên Amerîkayê F-35 bo Tirkiye hê jî berdewam e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin