Blinken: Em li ser sandina balafirên ser bi awayekî çalak dixebitin

Blinken: Em li ser sandina balafirên ser bi awayekî çalak dixebitin

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antonay Blinken di serdana xwe ya Moldovayê de got ku ew ji bo veguhestina balafirên şer ji Polonya bo Ûkraynayê bi awayekî çalak kar dikin.

Blinken got ku ew bi berpirsên Ûkraynayê re di nav dîyaloga aktîf de ne û Washington pêdiviyên Kîevê yên bo berevanîkirina li dijî Rûsyayê dinirxîne.

Wezîrê Amerîkayê herwiha diyar kir, heger Polonya biryarê li ser şandina balafiran bo Ûkraynayê bide, wan jî piştevaniya xwe ya bo sewqîyatê xistiye rojeva xwe.

Li aliyê din hikûmeta Polonyayê nûçeyên şandina balafirên Mig-22 yên heyama Sovyetê bo Ûkraynayê red kir ku diyar kir ku ew balafirên şer naşînin û balafirgehên xwe jî venakin ji wan re, lê alîkariyên cuda yên girîng didin Ûkraynayê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin