PeyamaKurd- Rayedarên NATOyê ragihand ku Almanyayê di çarçoveya tetbîqata 'Rapid Viking 2023' de balafirên şer şandin Îzlandayê.
Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat destnîşankirin ku di çarçoveya tetbîqatê de Hêzên Asîmanî yên Alman 6 Eurofighter û 2 balafirên neqlê yên A400M şandin Îzlandayê da ku li Arktîkê perwerde bikin.
Hat diyarkirin ku armanca tetbîqatê ew e ku şiyana Almanyayê ya ji bo bicihkirina hêza asîmanî bi lez nîşan bide.
Di daxuyaniya NATOyê de hat gotin ku "Hêzên Asîmanî yên Almanyayê, di çarçoveya Tetbîqata Rapid Viking 2023yan de balafirên şer şandin Îzlandayê da ku li Arktîkayê perwerde bikin. Armanca tetbîqatê ew e ku amadehî û şiyana Almanyayê nîşan bide ku bi lez hêza xwe ya hewayî li her derê bi cih bike û du balafirên veguhestinê yên A400M dê li kêleka Ewlekariya Peravê ya Îzlandî û hevalbendên din ên herêmî ji 1 heta 10ê Tebaxê kar bikin. Eurofighters her roj heşt seferên rahênanê pêk tînin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin