PeyamaKurd - Hêzên Çekdar ên Letonyayê ragihand ku di demjimêrên sibehê de balafirere bêmirov (dron) ku xwediyê wê nayê zanîn ji bo demeke kurt qada ezmanî ya Letonyayê binpê kiriye.
Piştî vê bûyerê balafirên şer ên NATOyê ji bo astengkirinê rabûne ezman.
Hêzên Çekdar ên vê endama Yekîtiya Ewropa (YE) û NATOyê diyar kir ku balafirên şer ên NATOyê û dronek ji bo şopandin û astengkirinê rabûne û li bakurê bajarê Ludzayê alarm hatiye dan.
Hat ragihandin ku ev binpêkirin di dema êrişeke dronan a li ser herêma Leningrad a Rûsyayê de çêbûye:
Parêzgarê Leningradê Alexander Drozdenko ragihand ku di wê êrişê de zêdetirî 40 dron hatine xistin.
Li aliyê din, welatê Polonyayê jî roja sêşema borî ragihandibû ku dronekê Rûsyayê qada wê ya ezmanî binpê kiriye.