Esed, li Tehranê bi Hamaney û Rûhanî re hevdîtin kir

Esed, li Tehranê bi Hamaney û Rûhanî re hevdîtin kir

PeyamaKurd- Serokê rejîma Sûriyê Beşer Esed çû Tehranê û li wê derê bi Elî Hamaney û Hesen Rûhanî re hevdîtin kir. Ragihandin di ser malpera Hamaney ya fermî de hat kirin û li gor malperê Hamaney desteka xwe bo Esed dubare kir.

Hamaney ragihand ku Îran û Sûriye hevkarên hev yên stratejîkin û wê desteka Îranê bo Esed dewam bike. Hamaney got ku têkiliyên mezhebî yên navbera her dû dewletan û bi wê sedemê çûn û hatina navbera her dû welatan, bo xwe nêzî hev bikin gelek girîng e.

Hesen Rûhanî jî di hevdîtina xwe de behsa bingeha têkiliyên her dû dewletan kir ku ew jî têkiliyên olî û çandî ne. Rûhanî behsa civîna dawî ya Soçiyê kir û weha got:

“Bi zêdekirina hevkariyên piralî, şertên asayîşê yên herêmê baştir bûn. Bi tevlîbûna serokên Rûsya, Tirkiye û Îranê ya zîrwe ya Soçiyê, girîngiya yekîtiya axa Sûriyê hat parastin. Hem hêzên biyanî yên ku ji hukumeta Sûriyê îznê nestendine û hebûna Amerîkayê li Sûriyê hat şermezarkirin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin