Li Kirmasanê 200 kes ji ber ava genî jehrî bûn

Li Kirmasanê 200 kes ji ber ava genî jehrî bûn

PeyamaKurd - Li Rojhilatê Kurdistanê li gundê Şêx Sele yê Kirmaşanê, nêzîkî 200 kes ji ber genîbûna ava vexwarinê jehrî bûn.

Li gor nîştecihê gundê Şêx Sele Saman Dîrok diyar kir, şeva borî li gundê Şêx Sele yê ser bi Selasey Bawecan li Kirmanşanê, ji ber genîbûna ava vexwarinê jehrî bûn.

Herwiha Saman Dîrok destnîşan kir, jêdereke ava vexwarinê ya gundê kanî ye, hin nîştecihên gund jî ava bîra bi kar tînin, yên herdu jêderan bi kar tînin, jehrî bûn.

Saman Dîrok da zanîn, ji do de nêzîkî 200 kesî jehrî bûne, rewşa 20 kesan ne cîgir e û ji bo nexweşxaneyên Kirmanşanê hetine veguhastin.

Gundê Şêx Sele ji nêzîkî 500 malbat û 2500 kes pêk tê, ji zû ve pirsgirêka nebûna ava vexwarinê ya pak lê heye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin