HSDê li ser topbarana Tirkiyê û kustina zarokekê daxuyanî da

HSDê li ser topbarana Tirkiyê û kustina zarokekê daxuyanî da

PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li hesabê xwe yê fermî yê twitterê derbarê topbarana navbera Amûdê û Dirbêsiyê ku zarokek hatibû kuştin daxuyanî da û ragihand, ti tevgereke hêzên wan li wê herêmê nîne.

HSDê diyar kir ku arteşa Tirk her roj êrîşên topbaranê li hember herêmê pêk tîne û di wan topbaranan de welatiyên sîvîl hedef digire.

Herwiha HSDê da zanîn, “Herî dawî di topbarana artêşa Tirkiyê ya li bejahiya di navbera Amûdê û Dirbesiyê de, zorokekî din jî jiyana xwe ji dest da."

HSDê diyar kir, “Artêşa zarokkuj vê rastiya xwe hewl dide bi nûçeyên derew berevajî bike. Nûçeyên ku qaşo 29 şervanên me xwestine êrîşî wan bikin û hatine şehîdxistin derew e. Tevgerên hêzên me li heremên novborî tune ne."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin