PeyamaKurd - Serokê Weqfa Keşîşxaneya Deyrulumur Mor Gabrielê ya Suryaniyan a Mîdyadê Kuryakos Ergun ragihand ku tapoyên keşîşxane, dêr û goristana Suryaniyan dewrî weqfa wan kirine û diyar kir ev verastkirina ku îxtilafa xwedîtiyê ya 50 mal û milkan çareser dike, pir girîng e.
Ergun daxuyanî da û got ku piştî ku Mêrdîn di 2014an bû bajarê mezin, pirsgirêk derketin û ji ber ku dêr, keşîşxane û goristan li ser gund qeydkirî bûn, dewrî Xezîneyê kirin.
Ergun bi bîr xist ku paşê ev der ji Serokatiya Karên Diyanetê re hatin texsîskirin û piştî îtirazên wan tapo dewrî Midûriya Giştî ya Weqfan kirin, paşê jî bi pesendkirina Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan seba çareserkirina pirsgirêkê verastkirina qanûnî hat kirin, li Meclisê hat qebûlkirin û di 27ê adara 2018an de jî di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Ergun wiha got:
"Îro piştî kar û bar tapiyên keşîşxane, dêr û goristana Suryaniyan dewrî weqfa me kirin. Ev verastkirina ku îxtilafa xwedîtiyê ya 50 mal û milkan çareser dike, pir girîng e. Her çend seba eraziyan pirsgirêkên me dewam bikin jî bê guman ev verastkirina ku îxtilafa xwedîtiyê ya 50 mal û milkên weqfa me çareser dike, pir girîng e."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin