PeyamaKurd- Li Sûdanê leşkerên ku derbe li Omer El Beşîr kirin û dest danîn ser îdarê, di navbera wan û muxalefetê de bi hefteyane ku hevdîtin tên kirin û di encamê de peymaneka destûrî hat îmzekirin ku peyman ya bi navê “rêvebiriya sîvîl ya demkî” ye.
Li gor peymanê wê hukumeteka demkî ji general û sîvîlan bê avakirin û heman hukumet heya hilbijartinê dê dewletê îdare bike. Peyman li payîtext Hartûmê ya Sûdanê hat îmzekirin û di peymanê de seroklwezîrê Etîyopyayê, serpereştên Misrê û Sûdana Başûr amade bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin