McGurk gotinên Nêçîrvan Barzanî pistrast kirin

McGurk gotinên Nêçîrvan Barzanî pistrast kirin

PeyamaKurd - Nûnerê Taybet yê Serokê Amerîkayê li Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Brett McGurk, tekezî li ser gotina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir û got: wî daxwaza paşxistina Helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ne kiriye.

Brett McGurk li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsî, ku gotinên Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî rastin û ragihand, ku pirsa hilbijartinan pirseke navxweyî ye û di destê serkirdeyên Herêma Kurdistanê û parlementoyê de ye, ku rewşa herêmê û Iraqê li ber çavan bigrin.

McGurk tekez kir ku, ew îdiayên cihêwaz ên di vê mijarê de ne rastin.

Berî niha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, red kiribû ku Amerîka daxwaza paşxistina hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê kiriye.

Herwiha Cîgirê Serokê Hikûmetê jî Qubad Talebanî di daxuyaniyekê de ragehandibû ku, hemû aliyên siyasî dixwazin helbijartin werin paşxistin lê aşkere nakin, PDKê daxuyaniyên Talebanî red kirin û ragihand ku, PDK li gel pêkanîna helbijartinan di dema xwe de ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin