PeyamaKurd- Şêwirmendê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan yê bi navê Mehmet Uçum got ku heke em piraniya meclîsê bi dest nexin, dibe ku hilbijartin were dubarekirin.
Şêwirmendê Erdogan wiha berdewam kir: “Heke di Hilbijartina 24ê Hezîranê de muxalefet piraniya parlamentoyê bi dest bixe, wî wextî pergal wê biteqine. Ji ber vê yekê divê careke dî hilbijartin bê tekrarkirin. Di Hilbijartina 7ê Hezîranê de îqtîdarê piraniya parlamentoyê winda kiribû û ji ber vê yekê careke hilbijartin hatibû dubarekirin.”
Şêwirmendê Erdogan Mehmet Uçum bi van îfadeyên xwe, peyvên Erdogan anîn bîra me ku digot planên min yên B û Cyê hene.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin