Li ser îtîraza AKPê li Enqerê jî deng ji nû ve tên jimartin

Li ser îtîraza AKPê li Enqerê jî deng ji nû ve tên jimartin

PeyamaKurd - Piştî îtiraza AKPê li 11 navçeyên Enqerê dengên ku ji bo serokatiya şaredariya mezin hatine bikaranîn dê ji nû ve bên jimartin.

Daxwaznameya îtirazê ya ku AKPê pêşkêş kir ji aliyê LijneyaHilbijartinê yên Navçeyên ên Polatli, Çubuk, Pursaklar, Altındag, Golbaşi, Şereflikoçhisar, Keçioren, Sincan, Bala, Çankaya û Çamlidereyê hatin qebûlkirin. Biryar hat dayîn li wan 11 navçeyên navborî dengên ku ji bo serokatiya şaredariya mezin hatine bikaranîn ji nûve bên hejmartin.

Li Enqerê di hilbijartinên 31ê Adarê yê rêeveberiya herêmî de li gor encamên nefermî namzedê CHPê Mansur Yavaş %50,19ê dengan stend û bû Serokatiya Şaredariya Mezin a Bajarê Enqerê û namzedê AKPê Mehmet Ozhasaki %47.12 dengan di rêzê duyem de ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin