PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike, nêzîkî 70 barhilgir alîkariyên serbazî û lojîstîkî ji bo HSD şand.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand, doh nêzîkî 70 barhilgir ji alîkariyên serbazî yên lojîstîkî û zirpoş derbasî navçeyên Rojhlatê Firatê bûn.
Rewangehê diyar kir, ligel wê hejmara barhilgran 10 tankerên tijî sotemenî jî derbasî herêmê bûn.
Li gor ragihandina SOHRê piştî kontrolkirina Baxozê ev dibe 880 barhilgirên alîkariyên serbazî ku ji bo HSDê têne şandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin