Wezîr Canikli: Ti têkiliya F-35 û S-400 bi hevre nîne

Wezîr Canikli: Ti têkiliya F-35 û S-400 bi hevre nîne

Wezîrê bergiriyê yê Tirkiyê Nurettin Canikli got ku kirîna S-400an li ser kirîna balafirên F-35 ti bandorê nake.

Di çapenemeniyê de hat behskirin ku di kirîna F-35an de pirsgirêk hene lê wezîr got ku tişteke wisa tine ye. Hetta Wezîr Canikli got ku ew dikarin teslimata S-400an bidin pêş. Canikli weha got:

“Arîşeyek tine ye. Peyman hat îmzekirin. Hetta bo teslîmatê zûtir bikin, em carna diaxifin. Ti têkiliya wan bi F-35an tine ye. Projeyên ji hev cuda ne. Me pereê wan daye. Qaîdeyên navdewletî hene. Me hemû berpirsiyariya xwe bicîh aniye.”

Dema Tirkiye bi Rûsya re peymana S-400an gire da, wê demê Amerîka behsa astengkirina teslimata balafirên F-35an kiribû. Lewra ew mijar car din kete rojevê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin