Peyama Kurd – Li Tirkîye û bakurê Kurdistanê lîstên hilbijêran ên hilbijartinên herêmî yên ku wê di 31ê Adarê de pêk bên ji mixtarîyan re hatin şandin. Hilbijêr wê dikaribin heya 17ê Çileyê agahiyên xwe yên di derbarê hilbijartinê de, bi ser lîstan bişopînin.
Piştî ku lîstên hilbijêran ji mixtarîyan re hatin şandin, hilbijêr wê dikaribin daneyên xwe kontrol bikin û ger şaşî yan xeletî hebin, wê dikaribin heta 17ê Çileyê ji bo sererastkirinê serlêdanê bikin.
Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) di hilbijartinên herêmî de prensîbên nûkirina lîsteyên hilbijêran eşkere kiribû.
Li gor yasaya hilbijartinan, xwendekar, karker û geştîyarên ku dûrî navnîşanên ku lê tomarkirîne bin, wê dikaribin agahiyên xwe li cihê ku lêne tomar bikin.
Hilbijêrên ku dixwazin navnîşanên wan derbasî navnîşanên din bibin dikarin di heyama qedexeyê de bi radestkirina fatureyên elektrîk, av, telefon an jî gazê serlêdanê bikin.
Li Tirkîye û bakurê Kurdistanê, bi milyonan hilbijêr wê di 31ê Adarê de biçin ser sendqan û şaredar û muxtarên jingehên xwe hilbijêrin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin