PeyamaKurd - Şêwirmendê Serokê Amerîkayê yê Asayîşa Netewî John Bolton ragihand ku divê Îran aqilmendiya Amerîka wek lawazî nehesibîne.
Bolton îro yekşemê bal kişand ser xistina firokeya bêmirov a Amerîkayê ji aliyê Îranê ve û biryara vegerandina bersiva leşkerî ya dijî Îranê nirxand.
Bolton diyar kir ku divê Tehran aqilmendiya Amerîkayê wekî lawazî nehesibîne û bibîr xist ku wê fişarên li ser Îranê berdewam bikin.
Bolton da zanîn ku Amerîka mafê xwe yê bersivdanê parastiye bo demeke din û got, wê hin cezayên din roja duşemê li dijî Îranê bêne ragihandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin