Êrîsên Hûsîyan li ser Siûdiyê bi mosekan berdewam in

Êrîsên Hûsîyan li ser Siûdiyê bi mosekan berdewam in

PeyamaKurd - Berdevkê Hûsiyan Şeref Loqman diyar kir ku êrîşên moşekan ên li dijî Erebistana Siûdiyê dewam dikin.

Loqman daxuyanî da SABAya ajansa xeberan ya Hûsiyan û got, "Me berê êrîşên xwe yê bi moşekan da hêzên derya, beja û hewayê yên dijmin. Êrîşên me yên li dijî Erebistana Siûdiyê dewam dikin."

Şeref Loqman destnîşan kir ku êrîşan didomînin, ji bo ku dijmin tevdîran hilnede jî bêwext êrîş dikin.

Di van demên dawîn de Hûsiyan, êrîşên moşekî li dijî Erebistana Siûdiyê zêde kirin. Hûsiyan diyar kiribû ku 10 moşek avêtine gelek bajarên Erebistana Siûdî û Riyada paytext.

 

Rêveberiya Erebistana Siûdiyê ragihand ku moşeka balîstîk a ji Yemenê hat avêtin li esmanê Necranê jinav biriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin