PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji bo rê li ber êrîşên Talîbanê bigirin, rêveberiya Afganistanê pergalên berevaniya asmanî li Balafirgeha Hemîd Qerzayî ya Kabûlê bicih kir.
Berdevkê Wezareta Navxwe ya Afgahistanê Tariq Aryen ji medyayê re ragihand ku derengiya şeva borî li Balafirgeha Hemîd Qarzayî sîstemên berevaniya asmanî hatine bicihkirin.
Aryen daye xuyakirin ku pergela berevaniya asmanî li dijî êrîşên moşekî û fuzeyên mezil kurt hatiye çalakirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Balafirgeha Kabûlê yekane deriyê derve yê Afganistanê ye ku piştî vekişîna hêzên Amerîka û NATOyê ketiye bin metirsiya ewlehiyê.
Tirkiyê pêşniyar li Amerîkayê kiriye ku wekî berê bi hêzên xwe ewlehiya balafirgehê bidomîne, lê Talîban li dijî wê yekê derdikeve û mayîna ti hêzeke biyanî li Afganistanê naxwaze.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin