Li Pakistanê teqîn çêbû: 6 birîndar

Li Pakistanê teqîn çêbû: 6 birîndar

PeyamaKurd- Li Pakistanê bi sedema bûyîna salvegera Hz. Muhammed aheng hatin çêkirin û di encamê de 6 kes birîndar bûn. 2 ji wan birînên wan dijwar in.

Partiya MQM ê ahengan li dar xist û li bajarên Qaraçiyê û Gulistana Juharê, di dema ahengan de teqîn çêbûn. Di dema pîrozbahiyan de, piştî nîvê şevê kesekî li motorsîkletê siwar, bombeya destî avête nava qelebalixê.

Di pîrozbahiyê de kesên payebilind jî hebûn ku bê birîndar bibin rizgar bûn. Birîndar ji aliyê ambûlansan ve hatin birin bo nexweşxaneyên der û dor. Heya niha kes bûyerê negirtiye aliyê xwe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin