Krîza budçê navbera Bexda-Hewlêrê dijwartir dike

Krîza budçê navbera Bexda-Hewlêrê dijwartir dike

Mijareka ku Kurdistan û Bexda li serê li hev nakin, mijara budçe ya herêma Kurdistanê ye. Ebadî budçeya Kurdistanê ji %17 a anîye ser %12.6an.

Heyder Ebadî erêkirina encumena wezîran jî li ser ji %12.6 girtiye. Lê aliyê Kurda qebûl nakin ku budçeya wan kêm bibe. Her çendîn Kurd bi Ebadî re çend caran civiyan jî li hev nekirin. Her weha ev bo herêmên sunne jî eyniye.

Ebadî dibêje berê bi Kurda re li ser %17 li hev kiribûn lê ev li hevkirin li dijî wekhevîtiyê ye. Ebadî dixwaze li gor sîstema wîlayetan tevbigere û qanûnan teybîq bike lê Kurd li gor erdnîgariya xwe tevdigerin.Hem destûra Iraqê jî wisa diferme.

Hem ji serî de Kurd dixwazin ku serjimarek bê kirin û mafê Kurda ji budçê li gor jimara wan bê veqetandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin