PeyamaKurd - Wezareta Karên Derve ya İraqê, Balyozê Komara Îslamî ya Îranê yê Bexdayê Mihemed Kazim Sadiq bangî wezaretê kir.
Ev gav piştî ku li ser hesabên fermî yên nûnertiyên dîplomatîk ên Îranê nexşe û naverokên ku bûn sedema berteka tûj a Hikûmeta Îraqê hatin belavkirin, hat avêtin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya İraqê, Alîkarê Wezîr ê Karên Yasayî û Gelekî Şoreş Xalid Seîd li gel Balyozê Îranê civiya da ku li ser nexşeyên ku bi taybetî ji aliyê Balyozxaneya Îranê ya li Kenyayê ve hatine belavkirin daxuyaniyê wergire.
İraqê ev parvekirin wekî kiryarên ku li gel peywendiyên dualî Ne guncavin bi nav kir.
Berteka Bexdayê li ser du xalên sereke rawestiya:
Di nexşeyan de li şûna "Körfeza Basrayê" bi kar anîna navê "Körfeza Erebî" ku mijareke hestiyar a siyasî û civakî ye.
Di heman demê de belavkirina îdiayên ku dibêjin navên İraq û Bexdayê bi kokê xwe ji zimanê Farsî tên û danîna wêneya Serokê Parlamentoya İraqê li kêleka van nexşeyan.
Hikûmeta İraqê tekez kir ku ev helwest zirarê didin serwerî û nasnameya cografî-dîrokî ya İraqê û ji Tehranê daxwaz kir ku ji her gavên ku peywendiyan xira dikin dûr bisekine.
Piştî van bertekan, nûnertiyên Îranê ji bo rawestandina aloziyê nexşe û parvekirinên nakok ji hesabên xwe yên fermî ralirin.
Balyoz Mihemed Kazim Sadiq jî diyar kir ku Îran girîngiyê dide kordînasyona dîplomatîk û çareserkirina pirsgirêkan bi rêyên fermî.