PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan ji bo wefata birayê wî telefonî Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û serxweşî dayê.
Ji malpera hikûmeta Herêma Kurdistanê hat ragihandin ku Serokkomarê Tirkiyê ji ber wefata Dilovan Îdrîs Barzaniyê birayê Nêçîrvan Barzanî telefon vekir û hevxemiya xwe jê re ragihand.
Herwiha Erdogan xemgîniya xwe aniye ziman û daxwaz kiriye ku ev êş û mûsîbeta dawîn be li ser malbata Barzaniyan.
Li hemberî vê Nêçîrvan Barzanî jî sipasiya Erdogan kiriye û pêzanîna xwe li ser vê serxweşiyê aniye ziman.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin