Talîban li Efxanistanê pêsde diçe

Talîban li Efxanistanê pêsde diçe

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Talîbanê li Efxanistanê qismeke navenda wilayeta Ferahê bi dest xist û hewl dide ku walîtî, midûriyeta ewlehiyê û balafirgehê bi dest bixe.

Farîd Bextewarê Serokê Şûreya Bajêr ya Farahê destnîşan kir ku milîtanan duh bi şev dijî navenda Ferahê êrîş dan destpêkirin.

Bextewar diyar kir ku milîtanan qismekî navenda wilayeta Farahê bi dest xistin û pevçûn dewam dikin û got ku ji ber pevçûnan malbat malên xwe diterikînin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin