PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken pêr hişyarî dabû û gotibû, divê Îsraîl deverên wê sîvîl ji ber operasyonên leşkerî yên ji nû ve destpê bikin zirarê nebînin, diyar bike.
Li gorî nûçeya BBC Tirkî, do danê sibê balafirên Îsraîlê li rojhilat û bakurê Xan Yûnisê fîşekên hewayî avêtin.
Ji bo cara yekem, di daxuyaniyê de kodek QR ya ku bi nexşeya Xezzeyê ve girêdayî ye, li ser bi sedan deveran dabeşkirî û bi jimare vedihewîne.
Herwiha hat diyarkirin, di nexşeyê de cihên taybet tên nîşandan ku niştecihên Xezzeyê ji bo ewlehiyê dikarin ji wir derkevin.
Daxuyaniya navborî behsa tu blokên hejmarkirî nake. Di peyamekê de bi Erebî tê gotin, "Tavilê derkevin û biçin penagehên li Refah," û daxuyanî "Hûn hatine hişyarkirin" bi dawî dibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin