PeyamaKurd- Pispora Rojhilata Navîn ya Amerîkî rojnamevan-nivîskar Aliza Marcus got ku dibe ku di demeke nêzîk de Rojava bibe herêmeke Otonom.
Aliza Marcus pirsên çapemeniya Kurdî bersivandin û daxuyaniyên girîng dan.
Marcus got ku Sûriye wê di bin qontrola Rejîma Şamê de bimîne. Li herêma Kurdan (Rojava) jî herî kêm wê sîstemeke Otonom were avakirin. Li gorî min Rejîma Şamê dixwaze bi Kurdan re têkiliyan deyne. Hêzên Kurdan jî berî niha xwestina muzakereyan kiribûn. Lê belê piştî ku Rejîma Sûriyê hêza xwe qaîm kir, wê Otonomiya Rojavayê qebûl bike an na; ev ne zelal e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin