Tirkiyê 3 mamosteyên Kurdî tenê peywirdar kir

Tirkiyê 3 mamosteyên Kurdî tenê peywirdar kir

PeyamaKurd – Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyê MEBê, di demsala nû ya perwerdehiya 2021-2022 de, li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê; 2 mamoste ji bo zaravayê Kurmancî, mamosteyek jî ji bo zavayê Zazakî-Dimilkî, tevahî 3 mamoste peywirdar kir. Sendîkayên perwerdekaran û saziyên zimanê Kurdî jî nerazîbûna xwe nîşandan û bal kişandin ku li Tirkiyeyê dubendî tê kirin û mafên zarokên Kurdan tên binpêkirin.

Wezareta Perwerdehî ya Tirkiyê, hejmara mamosteyên ku îsal hatine peywirdarkirin ragihand û piştî ku diyar bû, ji 15 hezar mamosteyên nû hatine peywirdarkirin, tenê 3 ji wan bo Kurdî ne, li ser medyayê, medya civakî û ji aliyê sendîka û saziyên zimanê Kurdî ve nerazîbûn hatin nîşandan.

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî, destnîşan kiriye, ji bo pêwistiya perwerdehiya ji 25 milyonî zêdetir welatiyan, peywirdarkirina 3 mamosteyan, wek pêkenok e. Şerefxan Cizîrî bal kişandiye, ku hikûmeta niha bi helwestên xwe yên li hember Kurdî, nîşan dide ku li çaksaziyên xwe jî xwedî dernakeve.

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî destnîşan kiriye: “Yanî mirov ji kîjan alî ve li binihêre, wek şêwazeke henek pê kirinê ye. Yanî bi vî rengî hikûmet henekên xwe bixwe jî dike. Ma ev çaksazî, ne yên vê hikûmetê bixwe ne?. Heger ku tu li çaksaziyên xwe xwedî denekevî, mamosteyan peywirdar nekî û şagirtên Kurd bi zimanên xwe nexwînin, tu ji bo çi vê çaksaziyê dikî? Gelo wê neyê pirsîn ev çend sal in, ji bo çi tenê mamosteyek û 2 mamosteyan peywirdar dikî? Yanî hikûmet û Wezareta Perwerdehiya Tirkiyê, ketine nav qeyraneke ruhî ku nema dizanin çi bikin.”

Îsal ji bo zimanê Erebî 314, ji bo Îngilizî 857, ji bo Almanî 171, ji bo Tirkî 698, ji bo Fransî 3, ji bo Îspanyolî 2 û ji bo Kurdî jî 3 mamoste hatine peywridarkirin. Parlamenterên Partiya Demmokratîk a Gelan HDPê jî, mijarê li Parlamentoya Tirkyê anîn rojevê û pirsên li ser zimanê Kurdî ji rayedaran kirin.

Hevserokê Duyemîn Şaxa Sendîkaya Kedkarên Pewerdehiyê Egîtîm-Sen a Diyarbekirê Fesîh Zîrek jî daye zanîn, ew wek sendîqa daxwaz dikin ku di her zimanî de, bi zimanê zikmakî perwerdehî bê kirin û li gor pêwistiya wê perwerdehiyê jî, binesazî û amadekarî jî bên kirin. Zîrek diyar kiriye, li welatekî 30 milyon welatiyên wê Kurd bin, tayinkirina 3 mamosteyan jî ciyê şermezariyê ye.

Fesîh Zîrek eşkere kiriye: “Em wek dersên bijarde dayîna perwerdehiyê bifikirin jî, tenê ji bo bajarê Diyarbekirê bi hezaran mamosteyên Kurdî têr nakin, ez bajarên din ên wek Colemêrg, Mêrdîn û Rihayê û hwd jî nabêjim. Loma jî hem ji bo Kurdî, hem jî ji bo zimanên din ên ku li Tirkiyê hene, em ne tenê dibêjin ji bo Kurmancî, em tenê nabêjin ku bila bes bi Kurd zimanê zikmakî perwerdehî bê dayîn, Em dibêjin hemû gelên ku li Tirkiyeyê dijîn, divê bi perwerdehiya zimanê zikmakî perwerdehiya xwe bibînin.”

Perwerdekar û rêvebirên saziyên zimên destnîşan kirin, ew ji bo pêwistiya perwerdehiya bi milyonan welatiyên Kurd, peywirdarkirina tenê 3 mamosteyan bi nerazîbûn pêşwazî dikin û divê dewlet li gor wekheviya civakî amadekariya perwerdehiya zimanê Kurdî jî bike. Dîsa bal hat kişandin ku divê partiyên siyasî û malbatên Kurd jî, di daxwaz kirina perwerdehiya bi Kurdî de, daxwazkar bin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin