REWSA DAWÎ | Joe Biden nêzîkî ragihandina serkeftineke dîrokî ye!

REWSA DAWÎ | Joe Biden nêzîkî ragihandina serkeftineke dîrokî ye!

PeyamaKurd – Hejmartina dengên hilbijartinên seroktiya Amerîkayê ku 3yê Mijdarê hatin kirin berdewam dike û namzedê Demokratan Joe Bidenê ku wekî dostê Kurdan û alîgirê serxwebûna Kurdistanê jî tê zanîn di dîroka Amerîkayê de di wergirtina dengan de rekor şikandiye. 

Lê belê ji ber hemû dengên delegeyên hilbijêr eşkere nebûne hîn serkeftina dawî bo Joe Biden û Donald Trump nehatiye ragihandin.

Li gorî medya Amerîkî namzedê Demokratan Joe Biden heta niha zêditirî 72 milyon û 263 hezar û 868 deng bi rêjeya %50.4 wergirtine û hevrikê wî Trump jî dîsa bi qasî 6 milyonan dengê xwe zêde kirine ku 68 milyon û 508 hezar û 167 deng bi dest xistine û ev %47.8 dike.

Namzetê demokratan Joe Biden rekora dengên Serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama jî derbas kiriye û niha pir nêzîk e eyaleta Arizona û Georgia jî bistîne.

Joe Biden heta niha 264 dengên delegeyên hilbijêr wergirtine ku Trump jî hîn kûrsiyên wergirtine 214 ne. Biden tenê bi 6 kursiyan dikare bibe serokê Amerîkayê ku hîn li 6 eyaletan hejmartina dengan didome.

Tê çaverêkirin ku îro encamên hinek eyaletên wekî Nevada, Georgia û Arizonayê bên eşkerekirin ku heger Biden çend eyaletên din jî bistîne wê di dîroka Amerîkayê de rekoreke mezin tomar bike û bibe serokê 59emîn ê Amerîkayê.

Li aliyê din Trump û tîma wî ya hilbijartinê îtirazên xwe berdewam dike li dadgehan, lê heta niha ti encamek ji daxwazên rawestandina hejmartina dengan nestandiye û dadgehên eyaletan dibêjin, îdiayên diziya dengan bêbingehin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin