Pistî nameyên Serok Barzanî PDK û YNK nezikî hev dibin

Pistî nameyên  Serok Barzanî PDK û YNK nezikî hev dibin

PeyamaKurd - Piştî nameyên di navbera Serok Barzanî û Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Kusret Resûl de, alozî û pirsgirêk di navbera PDK û YNKê de ber bi vebûnê ve diçin. Çavdêrên siyasî jî daxwaz ji her du aliyan dikin  daxwazên xwe nizim bikin bo pirsgirêk çareser bibin.

145 roj bi ser encamdana hilbijartinan re derbas bûye, ji bilî hilbijartina Desteya Serokatiya Parlemantoya Kurdistanê, ti gaveke bo pêkanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê din nehatiye avêtin. Piştî nameyên di navbera Serok Barzanî û Kusret Resûl de, pêkanîna hikûmetê nêzîk kiriye. Çavdêrekî siyasî yê Nêzîkî YNKê dibêje, piştî wan nameyan, qonaxeke nû ya guftûgoyan dest pê dike.

Çavdêriyê siyasî yê nêzîkî YNKê Tariq Cewher dibêje: “Hêvîdar im nameyên di navbera Serok Barzanî û Kusret Resûl de ku Polîtburoya YNKê jî li ser wê nameyê civiya ye, bibe sedema qonaxeke nû, ji bo careke din PDK û YNKê vegerin serdema bi hev re rêveberiya Herêma Kurdistanê dikirin û biryarên çarenivîsî derdixistin .”

Herwiha got: “Heger PDK û YNKê  daxwazên xwe nizim bikin, dikeve berjewendiya xelkê Kurdistanê, lê pêwîst e nermiyê diyar bikin û berjewendiyên Herêma Kurdistanê li ber çav bigirin.”

Piştî civîna Parlemantoya Kurdistanê, YNKê berûvajî rêkeftina bi PDKê re, nerîna xwe guharant û got  daxwazên wan ên din jî hebin, bi taybet li ser postan, lê bi nerîna çavdêran, ev daxwazên YNKê pirsgirêkan kûrtir dike û dibêjin, pêwîst e guftûgo ji cihê ku rawestiyan e destpê bikin.

Çavdêrê siyasî yê nêzîkî PDKê Medhet Silêman dibêje: “YNK gihîştiye wê rastiyê ku danûstandin û guftûgo ji hemû riyên din baştir e, ji ber ku bandora wê li ser aramiya siyasî, aborî û civakî ya Kurdistanê dike.”

Herwiha dibêje: “YNKê karekî nake ku bi xwe zirarê jê bibîne, lê ew pêdagîriyê li ser postên bilind bikin, ew yek li Parlemantoya Kurdistanê tê yekalîkirin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin