Pêsmerge li Mexmûrê bi tundî li DAISê da

Pêsmerge li Mexmûrê bi tundî li DAISê da

PeyamaKurd - Fermandarekî Hêzên Pêşmerge li Çiyayê Qereçox ragihand ku operasyoneke hevbeş ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî û Hêzên Pêşmerge li dijî DAIŞê li Çiyayê Qereçox birêve diçe û bi tundî li wan terorîstan dane.

Eqîd Yadgar Ehmed Fermandarê Pêşmerge ji Çiyayê Qereçox ji malpera PDKê re ragihand: “Îro ji danê sibehê ve operasyoneke hevbeş ji aliyê Hêzên Pêşmerge û Hevpeymaniya Navdewletî ve li Çiyayê Qereçox destpê kir ji bo nehiştina DAIŞê li wan navçeyan û Hêzên Pêşmegre baş pêşde çûne û gelek ziyan gihandine terorîstên DAIŞê.”

Wî fermandarê Pêşmerge wiha got: “DAIŞ jî bergiriyê dike, lê gelek cih kolandine û xwe tê de veşartine û balafirên Hevpeymaniya Navdewletî jî bi tundî li wan didin. Operasyon dê berdewam be heta ku ev navçe bi temamî ji terorîstan paqij bibe.”

Eqîd Yadgar Ehmed tekez kir ku hêzên Iraqê di vê operasyonê de nebeşdar in û tenê Hêzên Pêşmerge û Hevpeymaniya Navdewletî beşdar in.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin