3 çekdarên girêdayî Tirkiyê ji aliyê HSDê ve hatin kustin

3 çekdarên girêdayî Tirkiyê ji aliyê HSDê ve hatin kustin

PeyamaKurd – Di encama şerê di navbera hêzên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Tirkiyê de, 3 çekdarên girêdayî Tirkiyê hatin kuştin û 7 çekdarên din jî birîndar bûn.

Li gor Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk diyar kir, dewleta Tirkiyê êrişên xwe li ser bajarê Eyn Îsa û gundên bajarokê Girê Spî zêde kirine.

Herwiha hat eşkerekirin, hêzên Tirkiyê gundên el Huriye, Xoşan, Xalidiye û riya M4 kirine armanc.

Di encama şer û pevçûnan li ser mihwera Xoşan û Xalidiyê de, 3 çekdarên girêdayî Tirkiyê hatin kuştin û 7 çekdarên din jî birîndar bûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin