PeyamaKurd - Serokê Fraksiyona Babiliyûn a ku bi ser Heşda Şeibî ve ye di Parlamentoya Iraqê de, Eswan Kildanî li ser girtina ofîsên DAIŞê ji aliyê Iraqê ve da xuyakirin ku vekişand ji bo vegera Hêzên Pêşmerge ye.
Eswan Kildanî ji medya Iraqê re axivî û îdia kir fermana vekişandina Lîwaya 30 a Heşda Şeibî bi tenê devkî bûye û ji aliyê Serokwezîrê Iraqê ve fermanek wisa fermî derneketiye.
Kildanî li ser mijarê wiha pê de çû: “Di dema xwe de Pêşmerge li Deşta Nînowayê xwedî desthilat bû, ji ber vê yekê daxwaza ji bo vekişandina Heşda Şeibî ji Deşta Nînowayê alternatîva wê vegera Hêzên Pêşmerge ji bo wê navçeyê ye.”
Serokê Fraksyona Babiliyûn da xuyakirin, parlamenteranên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) daxwaz kirine, piştî vekişîna Heşda Şeibî ji navçeyên Deşta Nînowayê Hêzên Pêşmerge li wan cihan bêne bicihkirin.
Hêjayî gotinê ye, Hêzên Pêşmerge ji sala 2003yan ve li Deşta Nînowayê xwedî desthilad bûn û piştî rûdana 16ê Cotmeha 2017an rewş hatibû guhertin û kontrola gelek ji wan navçeyan ketibû destê hêzên Heşda Şeibî û hêzên artêşa Iraqê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin