PeyamaKurd - Fona Alîkariyê ya Zarokan ser bi Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku di êrişên par ên li Yemenê qewimîn de her roj herî kêm 5 zarok an mirin an jî birîndar bûn.
Dîrektorê UNICEFê yê Efrîqaya Bakur û Rojhilata Navîn Geert Cappelaere li Emmana paytextê Urdunê wiha ragihand, "Li Yemenê di sala 2017an de her roj herî kêm 5 zarok an mirin an jî bi giranî birîndar bûn. Dîsa heman sal nexweşiya kolera û dîfteriyê belav bû. Ji ber van nexweşiyan jî gelek zarok mirin."
Cappelaere got ku ev 3 sal in li Yemenê şer berdewam e, zarokên li herêmê ji ber şer "têr naxwin û venaxwin."
Cappelaere wiha agahî da: "Lazim e em balê bikşînin ser vê meseleyê, lewra roj bi roj rewş xirabtir dibe. Yemen bi xelayê re rûbirû ye."
Cappelaere li ser perwerdeya zarokan jî axivî got nêzî 2 milyon zarokên li herêmê ji mafê perwerdeyê bêpar in.
2 hezar û 500 xwendingehên li herêmê di şer de hatin wêrankirin, hinek ji wan dibistanan wekî cebilxane tên bikaranîn hinek jî wekî stargehên koçberan têne emilandin. Herwiha ji ber van sedeman dibistan wezîfeya xwe ya eslî naynin cih.
Cappelaere got "Şerê li dijî zarokan ne sibê divê aniha were rawestandin" û destnîşan kir ku di şerê li Yemenê de heta niha aliyan rêgeza "parastina zarokan" paşguh kiriye.
Herwiha Cappelaere bang li saziyên berpirsiyar ên li herêmê kir got destûrê bidin alîkariya însanî ya ku dişînin herêmê bigihê kesên muhtac.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin