PeyamaKurd - Berpirsekî Banka Navendî ya Iraqê: Mûçeyên karmendên gihîşt Kurdistanê ragihand, ew pereyên ku Bexdayê mehane bo mûçeyê karmendên Kurdistanê şand, gihîşt Kurdistanê.
Berpirsê liqa Hewlêrê ya Banka Navendî ya Iraqê, Abid Mizûrî got, hikûmeta Iraqê rizamendî li ser wî bihayê mehane ji Herêma Kurdistanê re tê şandin, da.
Abid Mizûrî her wiha got, piştî razîbûna hikûmetê me jî ew biha radestî wezareta darayî ya Kurdistanê kir.
Li gorî lihevkirina navbera Hewlêr û Bexdayê, Bexda mehane 454 milyar dînaran bo mûçeyê karmendên Kurdistanê dide hikûmeta Kurdistanê.
Ev çend roj bûn ji ber “pirsgirêka teknîkî” şandina muçeyan gîro bibû lê duhî piştî daxuyaniya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ew “pirsgirêka teknîkî” çareser bibû û muçeyên karmendên Kurdistanê hat şandin
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin